Bazarcix
Bazarcix an jî Markaz (tr: Pazarcık) yek ji navçeyên Gurgumê ye. Navê wê yê di dema Osmaniyan de Aladînek e. Navê we yê herî kevn jî Baxnû ye. Dîroka wê gelek kevn e.
Bermahiyên b.z. 3.500-4.000´î hatine dîtin. Di dema Osmaniyan de di sala 1870de digel bajarê Gurgumê bi Helebê ve hatiye girêdan. Ji ber ku Kurdên herêmê her dem li dijî dewletê serî hildidan, Osmaniyan gelek caran ferman radikir ser herêmê.
Gundên eşîra Kurd Sînemilî yên li ber Derya Spî gelek zilm ji aliyê Osmaniyan ve dîtine. Her wisa herêma Bazarcixê jî.
Qereyilan ê ku Tirk wî wekî lehengê xwe nîşan didin jî ji Bazarcixê ye. Mele Mihemed (Karayilan) ji mezra Kurd Elîf a Bazarcixê ye û di sala 1888an de ji dayik bûye. Kazim Karabekîr (Atatûrk ew ji holê rakiriye, generalekî navdar ê wê demê ye) soz dide Mele Mihemed da piştî derxistina Frensiyan dê mafê Kurdan bêne dan û gundên Kurdan ên li perê Derya Spî û Gurgumê bike bin fermandariya Mele Mihemed. Qereyilan ango Mele Mihemed bi vî awayî dest bi şerê Frensiyan dike û li Dîlokê navdar dibe.
Mixabin wekî her carî Tirk dîsa Kurdan dixapînin. Serhildanên Kurdên Derya Spî û yên eşîrên herêmê gelek in. Serhildana Bozan Beg ku di 1918'an de dest pê kir, gelek navdar e. Lê belê dîroknasên Kurdan li ser Serhildanên herêmê û Kurdên Derya Spî zêde xebat nekirine. Bazarcix di sala 1941´ê de bi Gurgumê ve hatiye girêdan. Firehiya erdê navçeyê 1.710 km2 ye, bilindahî ji rûyê avê jî 850m ye. Hejmara niştecihên navendê (sala 2000´î) 24.374 û bi giştî jî 72.628 e. Koma Markaz e siftiyan Bugan en: Bugan ji ber ve 2600 salan li dora bajarê Ruha da hatine li ser çiyayê Engizekê. Ji çavkaniyên Asuran diyar dibe ku Bugan di sala 549 berî Chiristus de, lı deme Medan belakırrına jı ber desten Pers u Asuran, hatın ravtin ber leşkere Asuriyen. Pışte mamostaye M. Salim Sapkıran: navdane Quwatan ji bo Bugan, lı ser bınivse Xenophon Anabasis hatine ditin. Lı sal dreji hatın Bugan nev bere ışxaftan cih gırtın. lı ber ve 180 sal hatın Bugan nezike 3 km rohatına Markaz e (Pazarcık) u diyar e Mamiş çe kırın. Nave Diyar e mamişe sıfti Kuwatan a . Kuwatan nave xwe ji Mam e Kıran da hılgırtiye. Lı deme Cumhuriyet poşnave Mam e Kıran Sapkıran (Sapkiran) buye. Ji ber nivisa Romi an gele markazi an ji beri Chiristus li sal 54 an da gele Corduene na bun. Piste barkirine Bugan 500 sal darbasi bune.